the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fevzî Kiliç

Dayê

Çima durim ji te dayê Va xerîbiya dawî nayê Bi hesreta welatê xwe Dikim nakim sebra min nayê Lêlê dayê lêlê dayê Dirêj bûn şev sube nayê Tirsim bimrim te nebînim Va xerîbya dawî nayê Xwedîkirim şîr mijandim Şev û rojan te ez hecandim Rojek çê te nedît li dunê Herdem hêsir te rijandin Vê xerîbiyê em xapandin Destê me ji hev û du qetandin Bila korbe çavê xerîbiyê Dil û cergê me helandin

Bêjebêje © 2015-2024