the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Fevzî Kiliç

Evîndar

Evîndarê bejna te me Takî rîhana li çavkaniya Meriv bîhnke jê têrnebe Li van deşt û van baniya Te ez helandim ez helandim Lê bi zerînê te ez helandim Nav şîrînê te ez helandim Te ez helandim ez helandim Bejna zirav ez helandim Çavê belek ez helandim Evîn xweşe bi xortanî Bi serxwebun û azadî Ew dem xweşe evîndarî Li zozana li Kurdistanê Sîng û berê zerînamin Belekiya berfa çiya Meriv bixwe jê têrnebe Li bilindan û li van çiya

Bêjebêje © 2015-2024