the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Rizo

Kosedaxê

Erê zeriyê kona digerî Kona li wira konê me ne Yar yar yar yar yar yar yar De yar yar de yar yar yar Ê lê zeriyê kona digerî Kona li wira konê me ne Qîz û bûkê Hacî Qero ser bi zer e Sûret sorin, gerden zere Ramûsan darê dinê gelek hene Herçî ramûsan danê qîz û bûkê Hacî Qero Ramûsan dane dilê zêde ne Felekê, yar yar yar yar felekê Erê zeriyê Kosedaxê mîrê çiya Yar yar yar yar yar yar yar De yar yar de yar yar yar Ê lê Zeriyê Kosedaxê mîrê çiya Wez û kawa kubar me yê milê xwe milê hev xistiye Em ê çûne zozanê binê mexelê pezkûviya Ketin henek û laqirdiya Bextê mi ra, morî mircanê zenda tev qetiyabû Mi go kewa kubar tu metirse Ez ê sibê van çaxa xwe bavêjime nava xer û xeracê lê Yar yar yar yar de yar yar yar felekê Erê Zeriyê, bira avriyê te nekevin kêlê kevira Yar yar yar yar yar yar yar De yar yar de yar yar yar Ê lê Zeriyê, bira avriyê te nekevin kêlê kevira Wez ê dikim sala wîsalîn kawa kubar birevînim Herkê bivê wê bivê, herke nebe wez ê xwe bavêjim her sê malê wan têcira felekê û felekê

Bêjebêje © 2015-2024