the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Rizo

Lo Li Min

De lo li min, lo li min, lo li min, lo li min Axa Çemê Bayê tê dimelmilî Maqûlo, Çemê Bayê tê dimelmilî Ser pala Wanê da tê difetilî Xelqê ketiye derdê malê halê dilê dinyalikê Ez Sincaqê Telo ketime derdê xwe vî dilî lo yeman De lê li min, lê li min, lo lo li min Axa Çemê Bayê tê lemelem e Maqûlo, Çemê Bayê tê lemelem e Ez ê destê Sincaqê Telo bigrim derbas bim welat Welat welatê bi Ecem e, wey lê De lo li min, lo li min, lo lo weylo Axa Çemê bayê tê guregur e Maqûlo, çemê bayê tê guregur e Ez qertela Xwedê ber ketime ne delav e, ne bihur e Ez ê bêjim Filît Paşa, bextê te Xwedê me Qeyd û çîdarê te giran in Ser xatirê min porkurê, qeyd û çîdarê Sincaqê Telo veke Bila zenda te nebire, loy li min De lo li min, lo li min, lo lo wey lo Wey axa ho, wey axa ho, wey axa Axa îşev hîv e hîveron e, çira konê mîrê ereba ra dişxule tema moma don e Ez porkura Xwedê, îro sê roj e sê şev e ber şeva te sekinîme Tilî pêçiyê mi porkura Xwedê, qerimî pêjmalî kon e De lê li min, de lo li min, lo li min, lo lo way lo Nîşe: Divê Sincarê Talo be

Bêjebêje © 2015-2024