the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Rizo

Qîza Mele

Qîza Mele go feqî lawiko, tu gul î ez rihan im Tu çîçek î ez mircan im, tu sûk î ez dikan im Ez halê hewalê te nizanim Were lo lo, were lo weylo Feqî lawiko, bihar e, erdî lêj e Bejna mi ne kin e, ne dirêj e Lo lo van çîçeka beroja wê şev davêje Feqî go qîza mele, herge tu pirsa halê hewalê mi dikî Geliyê Qaqizmanê mi ra divêjin Feqîr Hesenê Dengbêj e Herê lê, here lê, herê lê lê qîza mele Qîza mele go feqî lawiko, kaniya gundê me li vî kuncî Ser kaniyê xericî pire kewê pir narincî Xwezil mi bi zanibûya ta ezeb î yan tu zewicî Here lo lo, here lo lo, here lo lo, feqî lawiko Feqî go qîza mele, herge tu pirsa zewaca mi dikî Ez ê Geliyê Qaqizmanê zewicîme Wele navê Xwedê, şeş heft zarê mi hene Here lê lê, here lê, here lê lê, qîza mele Qîza mele go feqî lawiko, bejna mi dar e, dara biyê Wêşîn dike şeva şewitî ser kaniyê De tu were mi bi xwe ra bive ez ê çend saleka Ser xatirê feqî lawikê xwe derbas bikim li war û pêgera vê hêwiyê Here lo lo, here lo, here lo lo, feqîr lawiko Feqîr go qîza mele, heq e ji bo îro vê xwerê Minê cem bavê te derbas kiriye, ilmê kuncî, birincî li narincî De tu were wez û tu destê hev bigirin, herine gundê Sofî Hacî Bibê gardaş sende bê bacî Here lê lê, here lê, here lê lê, qîza mele Qîza mele go feqî lawiko, bihar e dinya germ e Dilê mi wisa dişewite,mîna fifikale li berva xwe digere Erge tê mi dixwazî were bixwaze Erge tu naxwazî, kavilê gunda da gava te mishetê xwe hilda, li gundê me here Here lo lo, here lo, here lo lo, feqî lawiko

Bêjebêje © 2015-2024