the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Rizo

Xalo

Erê xalo, xalo, xalo, xalo, xalo Sibe ye, steyrka sibê li me qal bû Dengê eynelika hewşa Şêx Çetoda, ser postê pezê qurbanêda lal bû Ser postê pezê qurbanê da lal bû Gulê go Almastê agirê kulê beyt ocaxa mala bavê ketê De tu rabe erafê meydanê temaşe ke Gulekê berî bedena Ûsivê Hacî, mala tîtalê xorta dane Wey la mala bavê şêx xera be, cinyazê vî şêrî nav neyara da bê pergal bû Wayêê, wayêê, wayêê mi rezîla rûqala vê dinyayê Erê xalo, xalo, xalo, xalo, Borelanê berî berdê, kavilê berî berdê Gulê go Almastê de tu rabe bîne botê Ûsivê Hacî Balo ra derxe hewşê De tu jê ra qaşê bavê zendê Ûsivê Hacî Balo lo dozde mêrê mala Çeto kuştine Vegere mala Gewşo da lê dixe xweyo, qeyd û qeyd û qawinê vê govendê Erê wayêê, wayêê, wayê, mi rezîla rûqala vê dinyayê Erê xalo xalo, xalo, xalo, Borelanê li wan t’anka, li wan t’anka De birê qîzê bûkê vê eşîrê bi hev ketine li nav şevê da qere şev îsal nehata De kuro, kurê eşîrê ne kê bihîstiye, kê bînaye wekî meriv nava seetekî bikuje dozde mêrî eşîrê de De wayêê, wayêê, wayê, mi rezîla rûqala vê dinyayê Erê xalo, xalo, xalo Bu helanê li van qira kaviliyê li van qira Kulê tê bikevî mala Ûsivê Hacî Balo bala xwe bidê De çava seva sê postê kara, şeş konê eşîrê dane ber mîrata Wayêê, wayêê, wayêê, de wayê wayê, mi rezîla rûqala vê dinyayê.

Bêjebêje © 2015-2024