the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Ez Nemînim

Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim Elîfê digo Helîmê dayê, minê sondekê xwariye, sonda qesemê Xwedê Wez ê tu cara naçim nav hevala Ê de wez ê tu cara naçime nav hevala, tu kesekî ra nakime henekê laqirdiya nakime galegalê galegala Ê de wez ê bi alimê Memedê bira ra tu kesekî ra nadim tu soza mi go lo tu qerara Gava dinê, orta nanê nîvro ji kêfa eşqek ketiye dilê mi porkurê De minê bala xwe da rîya Kêrsa şewitî, vê gêdûkê Minê bala xwe dayê qeretûk rêda tê xuyanê Min go divek Xwedê Amê Memedê mêrane, çûne kêfa eşqê nêçîrê, ber bi mal vegeriyane De weza gulîbirê, minê bala xwe dayê Merekê malê tê rê dîne, wanê serê siyarê wana li ney serê mî De wez ê vegeriyame aliyê konê erebî Wez ê konê erebî reşî bixemlînim De wez ê çûme, wez ê dîwanê cotê mawîzerê birangê xwe divînim De belkî Xwedê qebûl nekî, wezê cer u ser cûrekî por poşman bigrim bidim van canika Van kewê gozel tev xeyalê xwe lo lo lo vegerînim Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim Elîfê digo Helîmê dayê, şerekê me qewimiye Kaniya Porteqelê, agirê erdê ketiye Weyla mi porkurê, dişewite pêla pêla Alawê xwe avêtiye rûbarê ezmana halê dilê mi ra girtiye Kanya Porteqelê wê bi mij e Tivinga destê Amê Memedê bira bariya ewrê nîsanê Weyla mi porkurê, lê çewa digurije Bira xêrê ayikê wan nevîne, her çar siyarê hesûda Wê çawa cotê birangêQereçêra bi qelpî kirine ava kuje Xwedê qebul nekî, wez ê çûme aliyê malê, wez ê çûme aliyê malê, wey lo mi porkurê De mi go wez ê cotê bi ker û bi xêlî çewa ser mala bavê de lo vegerînim, ez nemînim

Bêjebêje © 2015-2024