the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Gozê

Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê Wey lê, wey lê, wey lê,wey lê, wey lê, wey lê Gozê Wey lê Gozê mehrûmê, wez ê vê sibê nexweş im, halê dilê xwe ra pir bethalim Malxirabê wez ê nexweş im, halê dilê xwe ra mi go pir bethalim Wez ê vê sibê nexweş im, nexweşê nava vî ciya Serê minê nagire ser nazikê belga anê vê navî ciya, Malxirabê wezê dinihêrim dinîya halê me dinihêre, kula dilê minra kevir wa giwrike De tu rabe ava mi germ ke, kefenê min hazir ke, wez ê bimrim rojî şeşa De kevirê şamiyê bîne nava çayê vê nîşavê û avreşa Ser mi ra sekiniye, lezimê xwînê, ber serîya minê tê qîrîniya cotê yara Ser mira sekiniye Gozela malxirab Ser çokê wê qetiyane ketiye wê qilixê jinebîya Bermalî, bermalî, bermalî, bermalî, Gozelê boş e betalê Gozê Wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê Gozê Hê lê Gozê mehrûmê, wez ê bimirim rojî çara De tu were kevirê şamiyê bîne, nava lixamê van neyara Ser mi ra sekiniye qewm û pismam, lêzime xwînê De ber serê mine têye qîrînîya cotî yara, ser mi ra sekiniye Gozela malxirab Ser çokî qetiyane ketiye qilixê jinebiya Bermalî, bermalî, bermalî Gozê, betalê, tu kesekî ra nayê nayê serî Wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê, wey lê wayê Hê lê malxirabê, serê min dêşê, dilê min milkemilk e, Gozê malxirabê, dilê milkemilk e Qasidê felekê li min hatiye, ber malîya min Goza min Gozê Bermalî, bermalî, bermalî Gozê betalê, li betalê Gozê Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê Lê lê Gozê malxirabê, bejna Goza min darê ziravê leylanê Malxirabê bejna Gozam mînanî darê dara ji vê leylanê De minê go gulîyê Goza min dirêje mîna şitilekanê Zor Temir Paşa Himberî xwera lêxe berçemê, wî Goza min, Gozî heyranê

Bêjebêje © 2015-2024