the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Hesenê Cibrî

Delalo hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo, hoy delalo Delalo, delalo, wez ê Dilikî wêran dinêrim tê bîna bayê nermê, bîna bayê nermê Delalo, wez ê Dilikî wêran dinêrim tê bîna bayê nermê, bîna bayê nermê Hesongê Cibrî, axayê xorta, vê sibê di tam û leşkerê qerenîzamê dewletê topê Dewletê li hildaye, êvar da kişiyaye avêtiye ser me Wez ê vê sibê rabim destê çekê qerenîzamê dewletê xwe kim Li patrona partrontaşa çepo rasto li girêdim Ser şeş birangê xwe porkurê bibim hefta Ez ê derkevime meydanê Hesongê Cibrî Axayî xorta ra şerekî mêranî, mêrxasî, zemanî giran jê ra daynim Were delalo, delalo, Hesongê Cibrî, axayî xorta, tu xweşmêr î Delalo delalo, wez ê Dilikî wêran dinêrim wê bi sûs e Ezîzo, wez ê Dilikî wêran dinêrim wê bi sûs e, wê bi sûs e Çînî mîdarê Hesongê Cibrî axayê xorta, delalo çewa diçûrise De wez ê vê sibê rabim ser şeş birangê xwe porkurê, bibim hefta Destê li çekê eskerê qerenîzamê dewletê xwe kim Patrona li patrontaşa çepo rasto li girêdim, derkevim meydanê Hesongê Cibrî axayê xorta ra şerekî li mêranî, mêrxasî zemanî giran jê ra daynim delalo De bira xelqê bêje keçika heyderî çima wisan e, bê nav e, bê namûsî Were delalo, Hesongê Cibrî axayî xorta, tu xweşmêr î

Bêjebêje © 2015-2024