the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Lo Lo Bavo

Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo Xweyo wî keko, kela dêran î bavo Wey lo xweyo, wez ê Qûşqeranê kavil dinêrim li me derketiye steyra berîbenda De kekê min dêranê Xwedê, qereçiyê da birîndar e li qolanê milê her du zenda Heyfa min lê nayê kuştina kekê min dêrana Xwedê Heyfa min lê tê li wê heyfê Wê çawa cotê gogerçînê mala bavê minê kişandineseyra li mexîla, ser sazbenda Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo Lo xweyo, wez ê Qûşqeranê kavil dinêrim nebû tarî Hêstirka kekê min dêrana Xwedê, ezmanê jorê rijiya ser qereçiya, kekê mi da agir barî De bira Xwedê xira bike dijminatî, neyar yar Mi her çar malê heydera dijminatî kê jê mezin e xweyo wa di sar î Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo Wî xweyo tu kela zêran î bavo Wî lo lo hey lo xweyo, wez ê Qûşqeranê kavil dinêrim, cewê kanî Xwedê zane tivinga destê kekê mi porkurê, erd û ezman, çiya û banî lo tev hilanî Heyfa mi lê nayê kuştina Tarxanê çavbelek, yarimşahê dewletê Heyfa min lê tê li wê heyfê,Sendengê li Dankanî, heyfa Xalid bi hisn û bala destê xwe hilanî Wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî lo lo, wî bi xweyo Xwedê zane kekê min dêrana Xwedê, yarimşah e, mîrpençe ye, dilgurçik e Kekê min porkurê, dilpola ye, nav û dengê kêkê minê wa Stenbolê wa bela ye

Bêjebêje © 2015-2024