the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Reşkê Hecî

Were loy loy, were loy loy, were loy loy, were wayê, were wayê Were loy loy, were loy loy, were loy loy, were wayê Hey lo bavo mi go, wez ê Ortilê Qeredaxê dinêrim wê bi saz e Hewarîkê vê sibê, qota sara wê daketiye wê bêlana Gozegozel Bira xêrê û ayikê mi nevîne her çar peyangê van takola Wê çewa gulekê berî bedena Reşkê Hacî delaliyê malê dane Heyfa mi lê nayê kuştina Reşkê Hacî, delaliyê malê De divê pêra hatiye kuştinê Eyşika Axê bêbextê, bê miraz e Were lol yo, were lol yo, were lol yo Were loy lo, were loy lo, were loy lo Were siyaro, hey lo siyaro, wez ê Ortilê Qeredaxê dinêrim Bayikê me rabûye, bayê devnewala Wê lêdixe bejn û bala Reşkê Hacî delaliyê malê Mi heyrana bejn û bala Reşkê Hacî delaliyê malê, bela dike rîşê şarê Were lol yo, were loy lo, were loy lo, were lol yo, were lol yo Kesekê tune cabê bibe Xirba Bara kawil mala xalê Bê hatiye kuştinê, Reşkê Hacî delaliyê malê Heyfa mi lê nayê kuştina Reşkê Hacî, delaliyê malê De divên pêra hatiye kuştinê Eyşika Axê bêbextê, bê miraz e Were loy lo, were loy lo, were wayê, were wayê, were siyaro

Bêjebêje © 2015-2024