the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Şerê Şêx Derwêş

Hey lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo Lo bavo, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê, li qûntara çiyê Heylo xweyo, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê, li qûntara çiyê Kafirê Kemal topê xwe rakirine davêje fêza malê me, na wele bintara belekê Şêx Evdê kire gazî go, zerzen bira, kesekê tune cawebekê bive Geliyê Zîla Qulîxanê Heso ra, Deşta Eyntabê Zor Hiseyn Paşa ra Agirê kulê mala te keta hêsîrê eşîrê destê kafirê Bedirxan Begê lo ketiye way zelûliyê Lêxe wi birê bavê mino lêxe, Ferzende bira lêxe Pozberanê mala bavê mino lêxe, ebagewro lêxe, enî kewero de tu lêxe Piştê lê bistîne, revê pêxe, Xwedê zane şer xweş kiriye ser talanê mi go mala şêx e Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo Hey lo bavo şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê heyanî Odêsê Kulê bikeve mala Heso Paşa neçelikê lê Giranîsê Hêsîrê eşîrê berê xwe daye nehya Qermêjêrê, ciyê mi go vê Balîsê Zerzen kire qazî, go de lêxe, birê bavê mino lêxe, Ferzendo bira lêxe Mêrxwesê mala bavê mino lêxe, ebagewro de tu lêxe Navê revê navekî giran e, pey torina mala bavê mi jî nexe Lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo lo Lo bavo, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê, wê binik e Xweyo, şerekê me qewimiye bereka Girîdaxê, mi go wê bênik e Şêx Evdilqadir Begê sê denga, serê meydanê kire gazî Go kafirê Kemal topê xwe rakirine fêza malê me dadibirin wa tiketik e Heyfa mi lê nayê kuştina van şêrê van egîda Vanê nizam boka li berana Meydanê hatiye kuştinê, Evdilezîzê bira şêrê çargurçik e De lêxe, Ferzendê bira lêxe, pozberanê mala bavê mino lêxe Ebagewro lêxe, mêrxwesê mala bavê mino lêxe, piştê le bistîne revê pêxe Xwedê zane we şer xweş kiriye ser talanê, talanê mala bavê şêx e

Bêjebêje © 2015-2024