the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Soylemes

Way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê way li minê Î lo bavo, wez ê vê sibê ha bi Soylemesê kavil ketime de li vî teta De minê vê êvarê li xwe dayê canê kekê mi kirî kilozekî xortaniyê ser desta ye Wê serda, wa dikale, wa dizare, wa dihele kula xwe ra Mereza dilê min ra divêje, dilorîne, jê hilatî ne De mi go Hesen Efendî agirê kulê mala te keto Were neçe pêşiya Selîmê lawê Gulsîmê, heqê Xwedê nîn e Îro sê roj e sê şev e cinyazê birangê wê maye erdê De wê mêra ne dikuje dîsa ser cinyazê birê qe şaş nake Way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê, way li minê way li minê De wez ê vê sibê hafê Soylemesê kavil ketime ji halê dilê xwe porkurê ra golgolî me De min ê bala xwe dayê, canê kekê mi kirî kilozekî xortaniyê ser desta ye Wê ser da li dikale, wa dihele kula xwe ra, mereza dilê mi ra divêje dilûvîne jê hilatî ne De mi go Hesen Efendî, agirê kulê li mala te keto Were neçe pêşiya Selîmê lawê Gulsimê, heqê Xwdê nîn e Îro sê roj e wa sê şev e cinyazê Etmanê bira mayî erdê Wê çok daye erde mêra ne dikuje Hesabê her çekê ser kudika dilbikul e, wa dilbirîn e Nemaniyê fesadiyê fesadan wê qolik e, ketiye rûbarê dinê gelo çima av dernay

Bêjebêje © 2015-2024