the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Feyzoyê Silo

Teperizê

Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê Felayê ha Felayê, Almastê digo Xanimê lê lê dayê Şerekê me qewimiye Teperizê wan bereka Îro sê roj e, sê şev e ser serê kekê min dêrana Xwedê Xalî nave dengê topanê pilîmata mi go van çeka Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê Emo kekê Qereçê, xwe berê Mistê Qaçaxê dilezîne Go Mistê Qaçaxo agirê kulê mala te keto Were neçe ser mala Hesenê Bekirbegê lo malikê Jê bê wayê sibê zû radibe serçev neşûştî Kumê xwe ber bi ezmana davêje Xwedê dixwaze qedayê vê belayê Wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê, wî lê wayê Almastê digo Xanimê, lê lê dayê, şerekê me qewimiye Teperizê li vî çiyayî Îro sê roj e, sê şev e ser serê kekê mi dêrana Xwedê Erê da Ewr e gelo çima nabe sayî Miste Qaçaxê go kekê Almastê Wezê bi navê Xwedê mêra te bikujim, vê payîzê tê bi mêra bikim xelayî

Bêjebêje © 2015-2024