the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Firat Med

Gîyan

Em in em lê lê, em in em lo lo Xelkê vî erdî, em Med û Arî Kurd û kurdî ne, Kurdistanî ne Afirîn em bi agirê newrozè Me kire kiras, xwe kire dozê Li me bûye der, stêrka sibê Yezdanê mezin, bide me sûdê Dergûşa mirovahiyê em in Îbrahîm Xelîl nûh e va delîl Ji Zerdeştê Kal ta Rustemê Zal Zerîfe Xanim ta Leyla Qasim Ji Mîr Bedirxan ta Egît Sûltan Nûrî Dersimî Gîyan Gurviyan? Her dem zindî ne, di her dilî? de Va ye em di dest neviyê wan de Roj bide şerqê, ket şûna şevê Tîrêj dide ser xet û bin xetê Bayê felekê mê bizivrînin Bi tîpên zêrîn em dinivsînin Mirad û meksedê xwe bibînin Zarokê çiyayê qedîm in Em in em lê lê, em in em lo lo Xelkê vî erdî, em Med û Arî Kurd û kurdî ne, Kurdistanî ne Gelç vî erdî, em Med û Arî Kurd û kurdî ne, Kurdistanî ne

Bêjebêje © 2015-2024