Firat Med
Şeng û Peng
Tu şeng û peng î, tu qal û tu cengî
Tu reng û deng û evîn û hêvî yî
Geh dojeha min î, geh bihişta min î
Stara dilê min, ger stêrka min î
Xalxaloka minê
Dilbiçûka minê
Kêzxatûna minê
Şeng û şoxa minê
Tu şeng û peng... (Dîsgotin)
Li hev hatî cira xweş
Tenê tenê dike meş
Tîne deng û bezê xweş
Ew e kulîlka binevş
Tu şeng û peng... (Dîsgotin)