the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Firat Med

Siltan

Li serê çiyayekî li ber zinarekî Li binê zindanê li nav çar dîwarekî Her carê ez bibîr tînim te yarê Dihelim diqedim ji kerbê te canê Çawa ax ji avê ra çawa pel ji darê ra Çawa roj ji şevê ra ez jî wisa ji te ra Ez ketime rêya li deşta kerbela Ji çongan de ez ketim li ber tava havinê de Bê nan û av bijîm bê te ez najîm Bê nan û av bijîm bê te ez najîm Çawa ax ji avê ra çawa pel ji darê ra Çawa roj ji şevê ra ez jî wisa ji te ra Tu hêstirên çava tu yî ken li lêva Tu siltana bi taca li ser dila Tu hêvî tu evîn tu jîn û jiyan Tu hêvî tu evîn tu jîn û jiyan Çawa ax ji avê ra çawa pel ji darê ra Çawa roj ji şevê ra ez jî wisa ji te ra

Bêjebêje © 2015-2024