a photo of Fîxan Xelîl

Fîxan Xelîl

Hezar carî eferim

Jiyan bi te re Misk û embere Mi divê tu bimînî, ax Dev ji min neqere Li evîna xwe, ax Car(ek) dî vegere Dilî we bo te, ax, of Tev kesere Hezar carî eferim Ez winda me li te digerim Eferim ji te re, eferim Ez winda me li te digerim Ma ne tu xwedya min bû? of, of Îca ezê xwe li kê bigrim? Mane tu xwedya dil bû? of, of Îca ezê xwe li kê bigrim? Îca ezê xwe li kê bigrim? Çûna tê bi mirna min e Tu bav û birê min e Çûna tê bi mirna min e Tu bav û birê min e Hem yar, hem dayika min e, of, of Ger tu here, ez ê bimrim Hem yar, hem dayika min e, of, of Ger tu here ez ê bimrim Te sondê giran xwarin Em dûrî hevdû narin Te sondê giran xwarin Em dûrî hevdû narin Guneh wê li te bibarin, of, of Car(ek) dî bê te nikarim Guneh wê li te bibarin, of, of Car(ek) dî bê te nikarim

Bêjebêje © 2015-2024