the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ganî Nar

Bi Min Nekene

Bi min nekene Dibe ku rengê min te bide kenandin Serekî keçel û diranên şikestî Qermûçkên di eniyê de û destên dilerizin Di rojekê de ciwanekî rûken bûm ez Wisa bûm ez, ez wisa bûm Şervanekî serê çiyan bûm ez Di nava geliyan, li ser giran bûm ez Min stranên azadiyê ji bo bîranînan distra Min yariyên xwe bi zemanan re dikir Ez bi bazan re difiriyam Û bi zeviyên geniman re dihejiyam Bi avên çeman re diherikîm Bi kaniyan re diteqiyam Ê ku dujmin dilerizand, ew çalakvan bûm ez Xewn û hêviyên zarokan û kenên ser lêvên wan bûm ez Lê sal derbas bûn, roj li dû hatin Bûme pêkenokê zemanan û li kolanan razam Lê ji bîrneke Min xwe xelat dabû rojê Xelateke bê dawî Nekene û henekê xwe neke Ji ber ku rûyekî rasiyê me Rastiyeke ji agir Wisa bûm ez Lê ev roj, straneke ji bîrbûyî me ez Gotin : Mûsa Elo

Bêjebêje © 2015-2024