the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ganî Nar

Bi Te Re

Ez li ser piya me bi evîna te Canê min bi te re, xwîna min bi te re Min rastiya xwe dît bi agahiya te Biryaram bi te re sozêm bi te re Aşitî azadî tim para te ye Stêrkên asîman tim para te ye Roniya hîv û roj tim para te ye Şeva min bi te re roja min bi te re Mûsayên zehmetkêş ta Zerdeştê Kal Ji Eyûbî bigere ji Rustemê Zal Hemzeyê pehlewan, dengxweşê Bîlal Muhemed bi te re, Elî bi te re (Zerdeşt bi te re) Nava olê mezin, her çar pirtûkan Tu sentez î yek ji nava dîrokan Keç û xort û kal û pîr û heya zarokan Gelê te bi te re welat bi te re

Bêjebêje © 2015-2024