the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ganî Nar

Birîndarim

Ez birîndar im birîna min kûr e Hekîm û derman li min pir dûr e Ez birîndar im birîna min yek e Hekîmo tu bîne dermanê lêke Ez birîndar im birînê min du ne Hekîmo zû bike birîn disotîne Ez birîndar im birîna min sê ne Nalîn û qêrîn im derman li min nîne Ez birîndar im birîna min çar e Dermanê birîna min li destê yar e Ez birîndar im birîna min pênc e Tu bi desmala yarê birînêm bipêçe Ez birîndar im birînê min şeş e Yarê tu bi xêr hatî birîna min baş e Muzîk: Gelêrî (Behdînan)

Bêjebêje © 2015-2024