the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ganî Nar

Qulingo

Wî de Qulingo çima qîrîn tê ji ezmanan De tu çima nagerî li ser van deşt û zozanan Ma per û baskên te şikestine Tu jî weke min mayî di bin destên van neyaran Wî de Qulingo ma tu êş û jana min nizanî Li ser hesreta dilê min axîn û waxîn kûr dinalî Ma tu nizanî serê çend û çend salan e Wez ketime xerîbî û dûrahiyê Qulingo Ma te jî welatê xwe terikandî Tu jî wek min bin desta yî Qulingo loy loy

Bêjebêje © 2015-2024