the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gazin

Ez Layiqê Dînê Xwe Me

ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê dînê xwe me oyy ax gulo tête ji bêriyê de hacî mûso dide eyneliyê mûdeliyê diçe bi pêşiyê de elba şîrê datîne binê siyê gulo'ra dikeve bi hêviyê dibê: keçê gulo tu newêre li ser vê dînê heqiyê ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me ax gulo dibê ez gulo me gulowa va bijaran de wezê îro ketime destê van neyaran de goştê min vedikin kêr û kelbetanan wile wezê dîsa nayime li ser we misilmanan ax ez gulo me, ez gune me ez guloka bavfile me wile wezê ne layiqê dînê te me ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me gulo dibê ez gulo me gulowa dînim ez ê rabim daw û delingê xwe hîlinim rêka stembûlê ber xwe bînim textê osmanliya bihejînim heke ji te re çarekî dibînin bila bibînin heke nebîne wileh wezê herdu alên ecnebiyan pê bihesînim Deşîfrekirin: Xendekî Versîyoneka Din Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me Ax gulo tê tê ji bêriyê, de hecî mûso daye ‘eyneliyê modaliyê, diçe bi pêşiyê, de elba şîrê datîne binê siyê, gulo'ra dikeve bi hêviyê, dibê: keçê gulo tenê were li ser dînê vî heqiyê Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me Ax gulo dibê ez gulo me gulwa van bijaran, de ez ê îro ketime destê van neyaran, de serê min kur bikin heft cezana, de hûn goştê min bikin kêr û kelbetana, wile wezê dîsa nayime li ser dînê we misilmana Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê dînê xwe me Gulo dibê ez gulo me, gulwa dînim, ez ê rabim dev û delingê xwe hîlinim, ez ê rêka stembûlê ber xwe bînim, ez ê textê osmanliya bihejînim, heke hecî muso re çarekî dibîne bila bibîne, heke nebîne wile ez ê heft diwalê ecnebiyan pê bihesînim Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me Ax gulo dibê ez gulo me, gulwa li van aşan, de qaşa gustîla minê sor e, la ji van qaşan, de çawa îro xwîna min rêtine ser kevir û van telaşan Ax eman eman, ez gulo me, ez gune me, ez guloka bavfile me, wile wezê ne layiqê dînê te me, ez layiqê xaçê li ser milê bavê xwe me Deşîfrekirin: Ceso

Bêjebêje © 2015-2024