the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Ahmedo

Ahmedo, zyaretvanê me çûne ber zyaretê Terezo, zyaretvanê me çûne ber zyaretê Temî bike pezka qurbanê, wê mî dû li me tê Ezê nedame Ahmedî axê, xarzyê Bedûl begê Heft salyê virda dilê me hevdûda hebû Gundo, malîno, hûn şedene, wey Ezê dame Temongî Mistereşkê Çîmî ser kulekê, arkolkê ber tendûrê Çar jinê wî terezê terezbav hene Hey novete şeva çara dora mine Heta sivê ser sîngê minî kewe wê xirav dike gîlêzê wê belxemê Ha Ahmedo, Ahmedo, Ahmedo Bextê te û xudê tedame Ezê nazik bûm, nazelîbûm Nazikê xwe li kê kim – Ne dêye – li dêkim Ne bave -li bavêkim Ahmedo: – Besrayê, bextê te û xudê tedame Orta herdu derya minê tu dîtî Minê dareke zenda te morî mircan daye Tê nikarî qe rîşyê şerê ber enya kever qolê zêra çêkî

Bêjebêje © 2015-2024