the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Arinêsa Wêran

Arinêsa wêran devê vî çîmanî Eskerê kapikan, ademan girane, erd hilanî Elîyê Mehmûd, Dewrêşê Ozman Go: – Mîrze Mehmûd Ji sivdera gomê derkevin Me bextê xudê-pêxembera daye weda Keremî go: – Mîrze Mehmûd, were emji gomê derkevin Elîyê Mehmûd, Dewrêşê Ozman Bextê xudê-pêxembera dane meda Kerem, Emo, Mehmûd gava ji sivdera gomê derketin Kapika sivdera gomê dorê girtin Şahid, şuhûdê Mîrze Mehmûd Kekê Zertîf, syarî Jero, gelek hene Heyfa hersê hevala bi destê xwe hilanî Arinêsa wêran bilincîya Civateke giran ser goma Mihongê Feyzo li hev civya Kulê tu bikevî mala Mîrze Mehmûd, kekê Zertîf Gullek li Dîwanê kurap daye – Xûna sor niqitî ser şelvarê hêşîn ser zengûya Arinêsa şewitî di kortêda Kulê tu bikevî mala kekê Zertîf, syarî Jero Dergîstî maye li mala bavêda

Bêjebêje © 2015-2024