the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Ax Babaya

Çûme diyarê bêderan Ketim nav cema rêçbêran Him cot dikin, him av dikin Bûa mîr û beg û axan Ox ox ox ox axbaba ye Wa çi eşq û çi sevda ye Cila reşik xwe werdaye Wa çi hale çi sevdaye Dem dem dem dem...ox ox Tu tembûr î ez perde me Tu axa yî ez kole me Li ber derîyê we sêvî me Ne kenîme ne şa bûme Ox ox ox ox axbabaye... Ew kaniya ji kevir e Çel xayinan av lê bire Wekê karê me karkiran Xelas nabe, venamire Ox ox ox ox axbabaye..

Bêjebêje © 2015-2024