the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Axayo

Axayo, çûme Mûşê Bû hewayê Ser koçika bavê Koroxlî agir barî Axayo, çûme Mûşê- Bi bax û tirî Perîşana Nemê kire gazî: Gulê, rebenê Min porê serê xwe kurrkirê Çûme Mûşê li bilincîya Serê bavî Koroxlî – Nasekine ser belgîya Heyla axayo, heyla wezîro Axa, çûme Mûşê – Bihembere Bavê Koroxlî nexweşe Melle li sere Heyla axayo, heyla wezîro Çûme Mûşê bi titûne Kincê bavê Koroxlî qapûtê tev gulavdîne Heyla axayo, heyla wezîro Çûme Mûşê ser kanîyê Cinazê bavê Koroxlî dişon li dev cemyê Heyla axayo, heyla wezîro

Bêjebêje © 2015-2024