the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Axayo Çûme

By: Ciwan

Axayo, çûme Mûşa xopan ber dikanê Ehelê Mûşê hatine dîtina bavê Koroxlî, xeberdanê Ezê çûme Mûşa qopan va genima Perîşanê gote Almastê Go: – Mala bavê min û te xirab bibe îro sê roje, sê şeve – Kaxezê kekê min nayê, naçe, nizam çima Xelqê unda kirye teke, tûke Minê unda kirye bavê Koroxlî, berdevkê mîran û hakiman Bejina bavê Koroxlî dara vê çinarê Almastê go; – Perîşanê, merûmê Berê kekê min dane Taşxana Mûşê, îdî nayê Ezê çûme Mûşa wêran ser kanîyê Almastê go: – Perîşanê, merûmê îro sê ro, sê şeve Cinyazê kekê min anîne ber derê meçîtê Wê kuştine bavê Koroxlî – Serekê alayê Axayo, ezê çûme Mûşê bax û tirî îro sê şeve, sê roje Têlêgrama bavê Koroxlî mera hatîye Salixa, divê, şemdana koçika belek ditemirî Bavê Koroxlî malda sîyar bû Serda sebir ketê Perîşanê gote Almastê: Go: – Bira xirav bive mala bavê min û teva Dîtina kekê me bû roja qîyametê Axayo, ezê çûme Mûşê bilindcîya Perîşanê gote Almastê Go: – Bira xiravbe mala bavê min û teva Divê bavê Koroxlî Mûşêyî nexweşe Serê wî ranabe ser belgîya Axayo, ezê çûme Mûşê gale-gale Vegeryame alyê malê, xeverdane Xelqê unda kirye tekene tûke Min qijikê unda kirye – Bavê Koroxlî- Rostemê Zale Gotin: Farizê Emer Sardarov û Mecîtê Fariz

0

Bêjebêje © 2015-2025