the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Axayo Qurba

Axayo qurba ezê çûme Mûşê, Mûş titûne Bavê Koroxlî digere nava Mûşa şewitî bi feytûne Xwedê meriva eyane bejna bavê Koroxlî – Serda çoxe, binda gulavtûne Li minê, li minê Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê Axayo qurba çûme Mûşê serî têlê Ezê bazar bikim bavê Koroxlîra qutî dû dermanê vê simbêlê Perîşanê korê, şerrê nemayê xelqê unda kirye tekan û tûka Meyê unda kirye bavê Koroxlî, reyîsê êlê Li minê, U minê Paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê Axayo qurba simbêle Surra sibê, bayê êvarê lê dixe simbêla bavê Koroxlî têl bi têle Perîşanê go: -Şerê nemayê, vê sibê gullekê berî bedena bavê Koroxlî dane Berê wî dane qulbê, pişta wî dane kendêle Lê minê, lê minê Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinyayê Gotin: Farizê Emer

Bêjebêje © 2015-2024