the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Esmer Eman

Esmer eman eman Dîlber eman delalê yeman Çi kulilka dora çeman Xelk zewîcî ez û tu man Esmer min dî sêlê tîne Dîlber min dî sêlê tîne Bişê û bisk şe dixîne Îmanê ji kal û pîra distîne Esmer eman delalê rindê Vê bajarê tenê rindî Tu bedewa nava gundî Tu nazika nava gundî Esmer eman eman Dîlber eman delalê yeman Çi kulilka dora çeman Xelk zewîcî ez û tu man

Bêjebêje © 2015-2024