the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Feqiyo û Masîko

Feqiyo nobedaro Lawiko nobedaro Tu ji lodê were xwaro Can dilê min emrê te Masîko pelbeleko Vê avê şolî meko Zîzanê winda meko Can dilê min emrê te Feqiyo lo bi daro Lawiko lo bi daro Şev reş e diz hezaro Can dilê min emrê te Masîko pelşîno Vê avê mereşîno Zîzanê meêşîno Can dilê min emrê te Feqiyo mele îsa Lawiko mele îsa Qeytanê devê kîsa Can dilê min emrê te Masîko pelspiyo Vê avê meçelqîno Zîzanê metirsîno Can dilê min emrê te Feqiyo pirê çêke Lawiko pirê çêke Cot kevrê mermer lêke De tu navê min xwe lêke Can dilê min emrê te Çavkanî: Ji Twitterê: @MrKurmanc Ji tirsik.netê: @ceso

Bêjebêje © 2015-2024