the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Hatim Besta Beleka

Hatim Besta Beleka Hey lê lê û hey lo lo Hatim Besta Beleka Hey lê lê û hey lo lo Ciwana mala bavê min Evar e dema heneka Hey lê lê û hey lo lo Evar e dema heneka Bûka mala bavê min Min yar dît li nav rezî Hey lê lê û hey lo lo Min yar dît li nav rezî Ciwana mala bavê min Dilê min bir û dizî Hey lê lê û hey lo lo Dilê min bir û dizî Bûka mala bavê min Bejna wê dara bî ye Hey lê lê û hey lo lo Bejna wê dara bî ye Ciwana mala bavê min Ji ramûsana sor bûye Hey lê lê û hey lo lo Ji ramûsana sor bûye Bûka mala bavê min Birca Belek Botana Hey lê lê û hey lo lo Birca Belek Botana Ciwana mala bavê min Diparêzin ji dil û cana Hey lê lê û hey lo lo Diparêzin ji dil û cana Bûka mala bavê min

Bêjebêje © 2015-2024