the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Lawikê Metînî

Lê lê dayikê heyranê de tu rabe Bi xwe ke bi xwedê ke roja şemiyê Serê mi bişo û xemla min li min kê Bisk û tembêlika min li ser e nîka min çêke Hey lê lê lê Hey lê lê lê… delalê Heval û hogirê me çûne mixrîbî şêxa Temamîka di geliyê kûr de Keçik dibê lê lê dayikê heyranê Bişîne pey lawikê metînî delalî malê Bila bêje nava sing û berê min li keçikê wiy Ger tê min dixwaze bila bê min bixwaze Ger min narevîne wê sibê min birêkin Hey lê lê lê Hey lê lê lê… delalê Ay feleka me xayîn e gidî me dixapîne Narevîne hey delalê

Bêjebêje © 2015-2024