the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Lo Berde

Şevek di nîvê şevê da lo di giraniya xewê da Destê xwe da destê min lo bin roniya heyvê da De berde de berde Lawo destê min berde Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde Te min didî li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaran Dest avête gerdenê lo, xişîn kete guharan De berde de berde Lawo destê min berde Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde Tucara te ji bîr nakim lo ser te re kesî nakim Ger sed sal jî derbasbî lo, soza xwe xera nakim De berde de berde Lawo destê min berde Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde

Bêjebêje © 2015-2024