the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Par Qîz Bû

Newala gundê me bi dar e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Newala gundê me bi dar e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Daran girto hinar e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Daran girto hinar e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Par qîz bû îsal bi yar e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Par qîz bû îsal bi yar e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Newala gundê me bi gûz e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Newala gundê me bi gûz e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Cilan deyne bin gûz e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Cilan deyne bin gûz e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Par qîz bû îsal bi soz e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min Par qîz bû îsal bi soz e Şekirê hê, şerbetê hê, şêrîna min

Bêjebêje © 2015-2024