the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Qizil Ehmed

Qizil Ehmed bi dar e Gulê gul narîn, narîn, narîn Qizil Ehmed bi dar e Gulê ez kilê çavê te me Daran gerandî nar e Gulê gul narîn, narîn, narîn Daran gerandî nar e Gulê ez kilê çavê te me Derdêm keçikê muxtar e Gulê gul narîn, narîn, narîn Derdêm keçikê muxtar e Gulê ez kilê çavê te me Qizil Ehmed bi bî ye Gulê gul narîn, narîn, narîn Qizil Ehmed bi bî ye Gulê ez kilê çavê te me Biyan gerandî sî ye Gulê gul narîn, narîn, narîn Biyan gerandî sî ye Gulê ez kilê çavê te me Derdêm keçika cindî ye Gulê gul narîn, narîn, narîn Derdêm keçika cindî ye Gulê ez kilê çavê te me Qizil Ehmed bi merx e Gulê gul narîn, narîn, narîn Qizil Ehmed bi merx e Gulê ez kilê çavê te me Merxan gerandî çerx e Gulê gul narîn, narîn, narîn Merxan gerandî çerx e Gulê ez kilê çavê te me Derdêm keçika Zelx e Gulê gul narîn, narîn, narîn Derdêm keçika Zelx e Gulê ez kilê çavê te me

Bêjebêje © 2015-2024