the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Sebahul Xeyr Xana Min

Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min Te alellah çihzatî tu çih wî şîrîn sifatî tu Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu Heyat û reheta can im sebahul xeyr ya xanim! Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê Sebahul xeyrî mesta min, letîfa cam bi desta min Xumar û meyperesta min, tuyî meqsûd û qesta min Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min Ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min Di benda zulfê çewkan im sabahul xeyrî ya xanim! Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê Ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê Siyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê Şubhê şem’ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez Da’if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez Ve bulbul ra bi evxan im sebahul xeyrî ya xanim! Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê Were pêşber melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe Bi şefqet ke liqayê xwe meya nemrit bi dayê xwe Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran Li dîdara te heyran im sebahul xeyrî ya xanim! Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê

Bêjebêje © 2015-2024