the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Şev Çû

Tenê hîştim, ay dil îşev çima çû Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû Rabe pey kev, ay dil zû wê werîne Te ez biriştim ay dil îşev çima çû Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo Xanî buye zîndan, tê de renazim Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo Te ji min dil bir carek min ji ter nedigo na Te rû kûl kir carek min ji ter nedigo na Çima îro tu ji min xeyidî ye Te bi min çi dikir carek min ji ter nedigo na Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo Xanî buye zîndan, tê de renazim Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo Ay dil, ay ma kes nîne mîna wê (na welle) Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî Ax dema destâ wê li bin serê min Bi min xweş tê gelek hilm û bîhna wî Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo Xanî buye zîndan, tê de renazim Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo Dilê min jî te dixwazê bibîne Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne Çima roja eşqa hevqa kin bûne Lê ev şîna dil jî her tim namîne Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo Ez ranazim kengî, bê te xew tê, lo Xanî buye zîndan, tê de renazim Tev seher qîr û nalîn tew tê, lo

Bêjebêje © 2015-2024