the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Şilî Barî

Şilî barî tene tene Vana rêçê min û te ne Şilî barî tene tene Vana rêçê min û te ne Porê yarê porkî kej e Ber piştê de şe û meqes e Porê yarê porkî kej e Ber piştê de şe û meqes e Çûm ku yara xwe bibînim Kekçiyê bavê ya li ber der e Çûm ku yara xwe bibînim Kekçiyê bavê ya li ber der e Şilî barî çilke çilke Serê qondra yarê şilke Şilî barî çilke çilke Serê qondra yarê şilke Gundê hember gundê me ye Qe tunebî sed mal heye Gundê hember gundê me ye Qe tunebî sed mal heye Şûna ku yaram tê da ne bî Hêlek şên bi yek xirabe ye Şûna ku yaram tê da ne bî Hêlek şên bi yek xirabe ye

Bêjebêje © 2015-2024