the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Welat Çi Qas Xweş û Rind e

Welat çi qas xweş û rind e keçikê lê lê Mirov tê de serbilind e delalê lê lê Yê me ne rez û ne pez e keçikê lê lê Cih û warê me qet tune delalê lê lê Ez dizanim welat xweş e lawiko lo lo Bê welat jiyan nameşe delalo lo lo Ger em welat rizgar bikin lawiko lo lo Kes namîne bi bextê reş e delalo lo lo Destê min li dawa te ye keçikê lê lê Xew û xwarin li min tune delalê lê lê Destê xwe di destê min ke keçikê lê lê Ev doza ya min û te ye delalê lê lê Destê min di destê te de lawiko lo lo Te kengî got min guh neda delalo lo lo Gava te got min got fermo lawiko lo lo Tev rabin di riya doza xwe de delalo lo lo (Mirim bi gilî û gazincan keçikê lê lê Bûm Şivanê kul û derdan delalê lê lê Hinek rabûn doz ajotin keçikê lê lê Zû westiyan û bi nîvî berdan delalê lê lê Sûnda min bi navê Kurdistan lawiko lo lo Ev doza qet nayê berdan delalo lo lo Lew fêrbûne bi fikrê karker lawiko lo lo Emê hildin ala Kurdistan delalo lo lo)

Bêjebêje © 2015-2024