the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gelêrî

Xirabo

Xirabo Xirabo, Weleh û bileh tu xirabî Tu bi galgalê , bi gotinê çênabî Malê te pirr e , ji canê te re ezabî Qama te kin e , hemberî taximê memikê min nabî Şevên Kanûnê dirêj in , tu ji ber serê min ranabî Belkî debare te dibî , aboriya min di mala bavê min de nabî Xirabo , Weleh tu xirabî Tê ji dinyayê , ji alemê xirabtirî Tu ji koma pismamê min çêtirî .. Xirabo , havîn e , xweş havîn e Nanîne cehîn e , û dewê tirşîn e Serax û binaxa min û xelkê delal ebakî şalîn e Heçî derdê dila ne dî be , bila nebîne ! Tu rabe ji min re gûzaneke berberan bîne Ezê serê memikên xwe biçepilînim Ji kalan re bikim taştê, ezê ji xortan re bikim firavîne Bazê dilê min , rojika rojiya sê mehan digire Bila êvarê pê fitara xwe bişkinîne Xirabo , xirabê dinê , te mîka xwe daye bi bizinê Te gula xwe daye bi sosinê Te berê xwe daye qetlê û sêpêya Zînê Ez û xirabê bi tenê , şevê nîvê şevê li zikakê li binya malan li hev rûniştin Me gilîkê xwe pev kirin û gazindên xwe dihiştin Kundê şikêran , wawikên ber devê çeman li halê min û bejna zirav diponiştin Mîrêkên gorê di mezelan de , ên ku îsal hezar û pênc sed sal mirî bûn , kefenê xwe li cemcûmê serê xwe gerandin , li ser qebrê xwe rûniştin , li halê min û bejna zirav poniştin Ez bi te re dost bûm , tu bi min re dijmin bû yî Tu li paş xanîkan li min diqelistî , te derbek bi tifingê berda min , ez dikuştim Şevê nîvê şevê , te bi destê tola jina xwe girt û ez li ber dîwara dihîştim Xirabo , dîno , min bihîstî tu zewicî , te ji xwe re yek dixwestî Heke ji min çêtir be , bila li te helal be , li wî canî , yan na , ezê tu nifira li te nekim , tu dûrî destî Xwedê teala bike , Rebî, goştê canê te bihele , li hewa bimîne komek hestî Tu kor bibî , têkevî ber vî destî Xirabo , Xirabo ! Xwedê teala bike Rebî heçî ji xirabê min re bêje : " Tu xirabî " Bila qarîn û warîna zarokê nêr tu carê di mala wan de nebî Bila sed olçek genimê sor li binê beriya Mêrdînê biçine , li şûnê bila qerezîwana reş rabî Ê mayî bila kuliyê par û pêrar lê rabî Bila salekê bîne ser bênderê , gêre bike , û bidêre , ew jî jê re bi ka bî Kulmek zadê ji wan re safî nebî Xirabê min xeyidî ji gundiyan , ji maliyan Min dî da ser rêka Omeriyan Minê digo : " Ezê rabim , bang bikim heval û hogir û hemşeriyan Bila herin xelkê delal vegerînin bi kêf û eşq û laqirdiyan Bila Xwedê teala biqedîne miradê miradxwazan û dilketiyan Bila miradê min û Xirabê min bimîne heya koçerên me vegerin ji deşta Mûşê rûnin akinciyan Xirabo , dîno , Xirabê xelkê Te bejin ziravo , bi terha benikê Dilkê min û bejna zirav di hev de hebû çi kul ku ketiye mala xelkê Xirabo , dîno , mala bavê keleşgewra min li wê çivê , li wê ewcê , li wê zikakê , li wê fitlekê Te meşqazê , meşqetikê , meşordekê Heçiyê xortê ku bi çavê xwe dî û bi dilê xwe zewicî , ewê sê roj û sê şevê xwe kuştine ji dinyayê , ji qoce felekê Xirabo , dîno bila li te be , li wî dilî Bila li mala hezar û heft sed bavê te be , li wê sewdanê , li wê aqilî Çewa te dev ji min kihêla serê tewla berda, tu li bergîla şixulê Rişmiliya û Qibaliya dihesilî Min ji te re nego : " Di meha biharê de , bergîla li şûna kihêlan netewilîn ." Li xuşka mezin binêr , dû re xuşka biçûk ji xwe re werîne Lawiko , dîno , ezê çi bikim ? Sala vê salê ez bi mêr im , tu bi jinî Kul û kederên te gellek in , şax berdane ser vî dilî Kul û kederan ji bîr nakim , heya axê mezelan kêlê di kevirî Kul û kederên te pirr bûne tu car dernakevin ji vî dilî Xelkê digo : " Keleşgewra te esmer e û genim guwîne . " Bi xelkê tehl e û bi nevsa min şêrîn e Tu rabe , serê xwe di kulek û şibakê qesrê re biderxîne Bila sira bayê Qerejdaxê li ser şêbiskê te eşê xîne Bi ser hinarkê rûkê rastê te vegerîne Ez dikim herim welatê xerîb û xurbetê , tu kanî ramîsenekê bi min de , ji boxaza qirikê , ji xan û manê gerdenê Bila kederê ramîsanê te keçikê li welatê xerîb û xurbetê di dilê min de nemîne Wexta Ezraîl dakeve , ruhê min bistîne Wê gavê bila duwanzdeh mikweta zêde heqê min li min xîne Bila ramîsanê keleşgewra min ji min hilîne Xirabo , Xirabo , Xirabo! Wey li minê , wey li minê , wey li minê , çawa îro hatiye cewaba nexêr e ji min keçikê re Digo : " Delalê dilê te li welatê xerîb û xurbetê nexweş e , nexweşekî li ber mirinê Ezê ji komê pismaman newêrim herim serekî bidimê , xwezî ji xêra Xwedê re ezê bîstitekê li tenişta Xirabê xwe rûniştima , meyê li hevdu helal bikira heqê ramîsanan , malîfeta derdê dilketinê ! Gelî gundî û malîno , car û cîranan hûnê bi qedrê Xwedê kin ,mala Xirabê min ziyaretek pirr evzel e Hûn ê bi destê min bigirin û min bibinê

Bêjebêje © 2015-2024