the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Genco

Çav Xezal

Min li ber avek zelal Li bin ewrêk kûbar delal Ewîna xwe bînim ziman Ji bo yara çav xezal Çav xezala ha min Çav delala ha min Bê te ez nakim Ev jîyana xwe Piştî çûna te ew çîya Mane bê gûl û giya Roj tarî bû hîw tefîya Çavê min li te gerîya (Dîsgotin) Min daye te wan awirên te Bi hewîyek min te bidiya Serê min li ser çonga te Bila emrê min biqedîya (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024