the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Genco

Serê Bi Derd

Ew rê xelas û dawî nabe Ez rêwî me û ret bûme Ez wek çemek dîn û har bûm Ez neherîkîm û sekinîm Ez wek gula hesretê bûm Bi hezar cihî birîndar bûm Oy Serê minî bi derd Oy bira xelas nabin Stêrk çavê min da Oy dayê serê minî bi bela Emrê derbas bû indî nayê Birîna'm kûr e kes nizane Çavê'm ku tim dayêm digrîn Ji aniha û pê da indî nakenin Serê xwe li kîjan kevirî xim Rojên derbas bûn indî nayên Oy Serê minî bi derd Oy bira xelas nabin Stêrk çavê min da Oy dayê serê minî bi bela Gotin û Muzîk: C. Karadayı

Bêjebêje © 2015-2024