the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gevorge Ferac

Birca Belek

Germa havînê ez helandim Îro du ro li benda te me Birca bilind holya jorîn Keçika xweşik çima nayê Heseno kê ji ter go were Ji hewşa bircê derkev dere Do êvarê seet çara Li nava reza kê bû bi te ra Xweşikê heger te diye Tu zanê ew qîza kî ye Ez ê bêm dest û lingê te Ramîsim deqa li eniyê, li wê eniyê Heseno ev çi oyîn in Tu li serê mi dertînî Mi bi her du çavê xwe dît lo Vê çaxê tu wê digerînî Xweşikê ew çi gotin in Mi kufir û gune nekir Qîza cîrana me bû Do vî çaxî silav li me kir, wa li me kir Heseno te ez xapandim Mi go tu xortek bi nav î Heger ê nola te bikim Li kuça bavê min zaf î

Bêjebêje © 2015-2024