the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gevorge Ferac

Kejê

Kejê tu kej î lê, wele bîle tu kej î Çokê mi şikestin lê, xweşik çû mala xwe jî Bes e tu ji kenanê, xweşik çû mala xwe jî Keja bi ilwandî, wek dims û rûnê helandî Keja ilwandî lê, dims û rûnê helandî Çevê dê bavê lê, dilê mi jê tewandî Gurçik xera kir lê, kezeb pê ra kewandî Kejê tu kej î lê, wele bîle tu kej î Pişta mi şikênand lê te ez kirim ta û derzî Destê xwe midikim dakevim navê rezî Kejê bi kejî ye lê xwediya çarde gulî ye Porê zêrê zer lê xwe berda pêş eniyê Min û keja xwe lê li ber kaniyê hevdu diye Kejê te çi kir lê qutikê şamê li xwe kir Xemla heft bûka lê te li bejn û bala xwe kir Mala cahila lê te ji binî de xera kir

Bêjebêje © 2015-2024