the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Gevorge Ferac

Nizanî

Bilê mi go, îro mi yarî kir lê te yarî kir Mi rabû teşîka ava xwe li pî kir Govenda xort û qîza girt û bi nîvî kir Bazê dila li min qelibî ramûsanek ji min hêvî kir Minê çiqasî ji bav û birê xwe fedî kir Nizanê tu dîn e kuramo, ez nemînim Bav û birê minê diçûn cem hakimê gundê wê me gilî kir Hakimê gundê me, cahil bû derdê dila dîbû Ji bav û birê min û digo hadê siktir, qîz û xort bû cahilî kir Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Xweziya minê par vî çaxî minê pala xwe dabû xwesê wê Minê sere xwe danîbû ser çonga baldûzê Minê carina destê xwe davetî sing û berê qîzê Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Mi go îro gundê me yê bişewite, gundê file bisilmana Bira Xwedê topekê lêxe lê ji ezmana Çawa cîran bûne dijminê van cîrana Mihebeta xelqê dewam dikin salan û mehana Mihebeta min û bazê dila bû pizika serê zaran û zimana Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Gewra min here were lê fîstanê xwe bib here Mi te dîbû ji pencerê lê keçko eyb e ji te re We ji te dibînim ji pencerê lê keçko eyb e ji te re De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer Hey lo lawo lawîno lo, bextê reşo derwîno Te ji kur memikê min dî lo lo, te ji kur memikê min dî lo De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer Wele bîle mi diye lê, ser sor î kok spî ye Wele bîle mi diye ma, ser sor î kok spî ye Hinarê Rihayê ye ma du sêvê Helebî ye 585 De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer Qeymaxê gamêşê ye, lê mîna gula bi bîn in Heger ez carek bixwim lo kuro çiqa şîrîn in De wer, de wer, de wer wer serî sor û binî zer Wêj govendê derkev der lê wez ramîsim çavê zer

Bêjebêje © 2015-2024