a photo of Goran Dilşad

Goran Dilşad

Were Were

Were were tuxwa were, xemî dinyam le bîr bere Şew ta beyan, bo yarî ciwan, roj ekeynewe be giryan Dwênê yarim bînî lay mall, kiz kiz lêy eda bay şemall Bejn û ballakey wek çinar, erroy zor ecûl û lasar Lêy çûme pêş witim çonî, rûy kird bew dîwa çaw xumar Witim de dillim meşkêne, gunahim tozê bimdwêne Keçî eme ciwabî ew bû "wazim lê bêne" Waz nahênim şêtî ciwanim, şêtî kiçî kurdistanim Qet waz nahênim, qet waz nahênim Erroyşte xwar min bedwaya, emwit şêtim ey wit waye Çûme penay, hawarî kird, witî tûşî çî bûm xwa ye Turre bûnîşî lê ciwan bû, şêt bûm bo ew bejn û balla ye Witim de dillim meşkêne, gunahim tozê bimdwêne Tû serî bab û bira û daykit, leber min sa destit bêne Bîla em careş pêy witim "wazim lê bêne, wazim lê bêne" Waz nahênim şêtî ciwanim, şêtî kiçî silêmanîm Bab û biray bêne ser rêm bişimkujin waz nahênim Ellêm ew kîjem xoş ewê, swênim xwarduwe her eysênim Bîla daway çawêkim ka, herdû çawmî bo derdênim Hezar car billê waz bêne Qet waz nahênim, qet waz nahênim

Bêjebêje © 2015-2024