a photo of Goran Salih

Goran Salih

Aşiq Mebe

Aşiq mebe be çawî min Dillim mallî xem û jan e Hengaw menê bo hewarim Rêgam dirrik û biyaban e Dillî pakit be min mede Çiroy 'umrit mejakêne Be rûmewe pêmekene Razî dillit medirkêne Ger netwanim be to bigem Rêga nadem xoşit biwêm To bê xeber le halî min Legel janî dilma edwêm De lêm gerê, ba tenha bim Tenhayî bo min jiyan e Çît lêm ewê ke dembînî Çawim wa nuqmî giryan e

Bêjebêje © 2015-2024