a photo of Goran Salih

Goran Salih

Nîştîmanî Eşq

Ey nîştîmanî eşqî min Ey kenarî xozgekanim Were ba bawaş be yek keyn Le turre bûn peşîmanim To nazanî çend dill xoşim Ew kataney tom le laye Ger to dûr bî emin demirim Le tenyayî û lem sehraye Ey qederî umêdî min To ferhengî bo jiyanim Ey şewqî çiray şewanim Min be eşqî towe ciwanim Herçî name le hestmaye Min bo rohî toy anêrim Ewey heme pêşkeşit bê Hemûy be ciwanît despêrim Ta nemirdûm têr mestim ke Be bînînî ew çawane Ba çîtir bê beş nebim min Le tirîfey ew maçane

Bêjebêje © 2015-2024