the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Grup Awesta

Çîq û Kevok

cihan bûye zivistan rê û biwar rawestan berf û baran û bahoz hawîr bûye terpetoz çûk nikarin derkevin teba nema dilivin rê winda kir çîqê reş di wê roja pir nexweş cihan li ber tarî bû ew nizanî diçî kû bi bez diçî, dil bi kul per û terî hemî şil ji ber serma sibatê xwe avête ber latê pir tarî ye, bû dereng di şikeftek reş û teng çîqê reşê pir bi rû xwe avête hindirû ket hêlîna kevokê xwe berdaye ser çokê - kevokê kir qire-qir pepû, ji ku hatî vir ? - ba, bahoz tên bi gij-gij cihan tevde bûye mij ez hatime mala te xwe daye ber pala te ej î wekî te teba gerek bêjî: merheba van çend rojan sibat e tim namênim li ba te ez ê herim mala xwe bighêm cem hevala xwe lê kevokê bi xeyd go: na heyra, na, de o, to ! îşev raze, sibê zû here bê ka diçî kû ? ez bi tenê jina bî hêlîn teng e, nîne cî nêr hemî destdirêj in xelkê siba çi bêjin ? dost û mirov û neyar wê bê: bûne dost û yar ne wek hev in, per û post em nikarin bibin dost lê çîq per gihandin per hinek bala xwe da ser ; bi evînî jê re got: heta dil û ciger sot ejî wek te xwedî per zivistan e, bê mefer heçî mê ne, dilovan ez li te bûme mêvan ey kevoka cowan per ! kî mêvana dikî der ? bere bişkî bayê reş belkî cihan bibî xweş navêm li cem te razim xatir ji te dixwazim ez ê herim mala xwe herim cem hevala xwe çawa laşê wê germ bû dilê wê pêre nerm bû ez ê bêjim guh bidê mêvan mêvanê xwedê lê berê xwe mede min çawa hebî qels e jin hinek dûrî min here berê xwe jî bighere oh, de çine evên nêr ? li ser me xwe dikin şêr heçî mêrin tolazin li pey jinan dibazin ev şikefta me wek dêr ez paqijim weke zêr gotin çend gotinên tewş bi herdiwan xweş bû rewş çîqê reşê bê fedî ji nû riya xwe tê dî perên xwe berdane ser wî kişandin çend keser go: şêrînî, kevokî xuyadikî zarokî ev cihana pir mezin ne serî û nejî bin mişte ji evîn û jîn hebûn çiye, bê evîn ? jin çiye ko nebî mêr ko xerc ne bî çiye zêr ? bi we pir xweş bibî jîn tijî bibin ji evîn ejî nêrim, tijî mê serma me kuşt bi germê emê hevdî kedîkin çêlîkên xwe xwedî kin ew kevoka jinebî zû fireh kir jêre cî çeng û per lê şikestin herdû bi hevre mestin kete nav lingan terî dibin çavan lê nêrî pê xweş bûye gelek jîn dil dagirtî ji evîn cihan pir pê bûye xweş xwe siparde çîqê reş piştî ko roj çû ava ew bûne bûk û zava çîq û kevok bûne cot wek destûra xwedê got geh bi roj û geh bi şev dane hevdî lêv û dev ji nişka ve dîn rokê qolinc hatin kevokê hêkên wê ku bûne heşt ji nû li ser wa rûnişt bi ser wan de bû pisîk heta ko bûne şêlîk lê dî ko reşin wek çîq ji nû kire şîqe-şîq kire gazi go: hewar ! firi jor û hate xwar kire qir û şiqe-şiq xwe avête riwê çiq çîq serê jêre danî kevok dîsa çû banî dîsa bi hêrz hate xwar reben, ji ber qare-qar çend êrîş anîne ser li wê navê xweş bu şer çîq jêre go: diya min çiye kêmasîya min ? go: ev çiqê reş û pîs te wêran kir li min lîs ez paqij bûm weke zêr te ji banî anim jêr min nav nanibûn ser xwe de wer rêkê jê derxe ezê çi bêjim xelkê ? wê nebêjin: te ji kê ko, tu hatî mala min xwe avête tala min bi vi serê tey mezin ez jitere nabim jin çîqê reş go: tifî bê li bextê jina bî ma kes karî li dinê bi zor bazdî ser jinê ? bi te ez bûbûm şekir îro dibêjî: siktir ! - ez kevokim per sipî keç bim yan jî jinebî ez paqij bûm weke zêr ez neghame kesê nêr ji bazî re nego: fîq çawa bibim jina çîq ? bixwe ket û kir hewar çêlîk tev avêtin xwar ji nû rabûn hêrzên çîq bi ser de kir şîqe-şîq êrîş birê bi nikil lê pir kirin xem û kul bi xeyd ji kevokê re got: te hinavê mi tev sot şaşa mela û keşe yek sipîye, yek reşe lê herdû jî olperest xwedî destûr, xwedî rist kevokê go: bese, bes ! şikeft li min bû qefes dev ji felsefê berde te naxwaz im mi berde çîq go: kevoka sipî evin weynê jinên bî go: bi serê tey mezin ez ji te re nabim jin jehrê têxim vî dilî ezê li te kim gilî herdû firîn çûn ezman çûn dîwana suleyman çîrok li civatê got dilê tevan kir bizot lê wezîrê wî yê kurd go: ey şah û yezdîgurd ! bere herdû bifirin emê li wan binerin ka raste herdû wek hev raste ro jî weke şev herdû rabûn xweş firîn li ezmana xweş gerîn çîqreş dema hate xwar xwe avête ber dîwar lê kevok ji ezman çû çû ser destê suleyman wezîr gotê: ezbenî ezê bêjim, ne kenî : herdû ne bebatên hev ro jî nabî wekî şev go: reşê kesnedî ne wek kevoka kedî çîqê reşê kesnedî ne wek kevoka kedî ev kevoka dilovan tê ser destê suleyman nej bo reş û sipîtî ji bo hov û kedîtî jêre navê xeberdan kevok jêre hat berdan ji civatê re go: mîr ev wezîrê mi pir jîr go: bi serê bavê min hew ji te re dibim jin Helbest: Cegerxwîn Nîşe: Ji helbesta wî ya "Jin Hene Jinkok Hene" ye. Lê hin cîh hatine qirpandin

Bêjebêje © 2015-2024